Rêveberiya Xweser a Şengalê: Di êrişa dewleta Tirk de Sadûn Mîrza şehîd bû

Dewleta Tirk a dagirker îro di danê nîvro de li Şengalê wesayîtek bi balafirên bêmirov bombebaran kir.
Rêveberiya Xweser a Şengalê, êriş şermezarkir û diyar kir ku di êrişê de endamê Saziya Malbatên Şehîda Sadûn Mîrza Elî şehîd bûye.

Rêveberiya Xweser a Şengalê, nûnerên saziyan û xelkê Şengalê li ber Meclisa Gel ya Sinûnê kombûn û daxuyaniyek çapemeniyê dan.

Di serî de endamê Meclisa Gel a Zorava Nemir Pûko da zanîn ku di êrişê endamê Saziya Malbatên Şehîdan Sadûn Mîrza Elî ku bavê 3 zarokane şehîd bû ye.

Nemir destnîşan kir dewleta Tirk a dagirker dixwest bi deste çeteyên DAIŞ’ê Êzidiyan tune bike û got:

” Ji dema fermana 3’ê Tebaxê ve êriş ne rawestiyaye û dewleta Iraqê bê serwerî maye.

Lê em bi şehîdên xwe bihêztir dibin û emê heya dawiyê li ber xwe bidin û terka Şengalê nakin.”

Hevseroka Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzdiyan PADÊ Macîda Dexîl jî axivî û got:

“Em dewleta Iraqê bi tundî şermezar dikin, destên wan jî di van êrişan de hey.

Her roj êrişê me dikin lê em serî danaynin û emê li hemberî êrişan gavên xwe xurtir bavêjin.”

Li Şengalê wesayîtek hate bombebarankirin: birîndar hene

Back to top button