Dewleta Tirk a dagirker îro di danê nîvro de li Şengalê bi balafirên bêmirov wesayîtek bombebaran kir.
Di encama êrişê de birîndar çêbûn.
Balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li gundê Ziravikê ya girêdayî Tilizêr a Şengalê wesayîtek bombebaran kir.
Di encama êrişê de agir bi wesayîtê ket.
Welatiyên ku xwestin agir vemirînin rastî astengiya artêşa Iraqê hat û gel jî nerazîbûn nîşan dan.
Piştre agir ji aliyê welatiyên herêmê ve hate vemirandin.
Li gorî agahiyên destpêkê wesayîta hatî hedef girtin ya Komîteya Malbatên Şehîdan a Şengalê bû û şofêrê wesayîtê birîndar bûye.