Buroya Hiqûqê ya Sedsalê derbarê tecrîdê û binçavkirina Merdan Yanardag de daxuyaniyek da.
Buroyê ragihand ku girtina Yanardag ne di cîh de ye û got: “Di esasê xwe de divê rejîma ku tecrîdê li ser Îmraliyê ferz dike were lêpirsîn kirin û tecrîda li dijî birêz Ocalan bidawî bibe.”
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkîldarî girtina Merdan Yanardag û tecrîda giranbûyî a li îmraliyê daxuyaniyek da.
Buroyê balkişand ser binçavkirina Yanardag û got: “Di esasê xwe de divê lêpirsîn li desthilata ku tecrîd li îmraliyê ferz kiriye were vekirin.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin hevdîtinên ku Rêber Apo wê bi malbat û parêzerên xwe re bike mafê wî yê herî rewa û hiqûqî ye.
Lê ji ber hincetên derqanûnî ev hevdîtin tên astengkirin.
27 Mehin li Îmraliyê agahî nayê girtin
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ji Rêber Apo û her sê girtiyên din ên li Îmraliyê dîl girtîn e, bi ti awayî agahî nayên girtin û wiha hate gotin:
“Niha 27 mehin agahî ji birêz Ocalan û muwekîlên din nayê stendin.
Ev qonaxa herî dijwar a êşkenceya li Îmraliyê ye.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê êşkenceya li Îmraliyê bi dawî bibe
Buroyê diyar kir ku wan li dijî rewşa li Îmraliyê, di sala 2022’an de serî li Komîteya Mafên Mirovan (KMM) a Neteweyên Yekbû (NY) da û got:
Di encama vê serlêdanê de Komîteyê biryar da ku bêyî astengî li îmraliyê hevdîtin were lidarxistin.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê dawiyê, bang li hikûmet û Wezareta Dadê a Tirk kir tavilê li gorî biryara heyî tevbigerin û dawî li rewşa êşkenceyê bînin.