Wê “NY” xebata xwe ya pêşkêşkirina alîkariyê dewam bike

Piştî erêkirina Meclisa Ewlekariyê wê NY xebata pêşkêşkirina alîkariyê di ser sînorê Sûriyê re dewam bike.

Meclisa Ewlekariyê biryar da ku alîkarî di du nuqteyên li ser sînorê Tirkiyê re derbasî Sûriyê bibe.

Lê belê derbasbûna alîkariyê di herdû dergehên Iraq û Urdunê re, nehat qebûlkirin

Berî demekê ev biryar di Meclisa Ewlekariyê de ket dengdanê lê rastî vetoyeke Rûsî û Çînî hat.

Rûsya jî vê carê derbasbûna alîkariyê di herdû dergehên li ser sînorê Tirkiyê, erênî dît û qebûl kir.

Nûnerê Rûsya di Meclisê de diyar kir ku “Ev biryar ji daxwaza Rûsya (dergehên Tirkiyê) ya berî niha ne dûr e.”

Biryar bû ku xebata derbaskirina alîkariyê ya ji 2014’an ve dewam dikir, doh bi dawî bibe.

Leave a Reply

Back to top button