Di girtîgehek hikumeta Şamê de çeteyekî jiyan xwe ji dest da

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, diyar kir ku hikumeta Şamê, berî 3 rojan çeteyek li bajarê Inxil ê Deraayê girtibû û li jêr êşkenceyê hat kuştin. 

Li gorî Navendê, yê mirî berî lihevkirina di navbera hikumeta Şamê û Çeteyan de, di nav komên çete de şer dikir.

Ev lihevkirina bi navê “lihevanînê” 6ê Tîrmeha 2018an, bi navbênkariya Rûsyayê pêk hatibû.

Tê de, li bermaberî danîne çekan, sozên xelasiya ji erkê leşkeriyê û serbestberdana girtiyên siyasî hatibû dayîn.

Çavdêriya Sûrî da zanîn ku “ji destpêka şerê li Sûriyê û heya niha, bêhtirî 16 hezar û 179 kes di girtîgehên hikûmetê de jiyana xwe ji dest daye”.

Back to top button