Çeteyan 3 sivîlên din ji navçeya Şiyê ya Efrînê revandin

Li Efrîna dagirkirî, di çarçoveya guhertina demografîk de, roj derbas nabe û dewleta Tirk û çeteyên wê sivîlan narevîne û nakuje. Çeteyan 3 sivîlên din ji Şiyê revandin. Her wiha 60 % ji dikanên şêniyên Efrînê yê resen desteser kirine. Li Serê Kaniyê jî 14 kes revandin. 

Senaryoya revandin, kuştin, talan û wêrana mal û milkên şêniyên Efrînê bi dawî nabe.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî, ragihand ku çeteyên ‘Lîwa Weqas’ ji gundê Anqelê yê navçeya Şiyê, 3 kes revandin.

Yek jê jî Şêxo Abdîn Ehmed yê 18 salî ye.

Piştî pere ji malbatên wan standin, çeteyan 8 Jin berdan

Li aliyê din, çeteyan 8 ji 90 jinan piştî fidiye ji malbatên wan standin, ew berdan.

Navê jinên ku hatine berdan jî wiha ne:

Emel Mihemed Nûrî

Ayîşe Nûrî Elî

Tolîn û Nazliyê Ebdil Rehman Hesen

Selwa Hesen Mihemed

Roken Xelîl Misto

Menal Nûredîn Reşîd

Şêrîn Ebdo Mihemed

Çete mal û dikanên Şêniyên resen desteser dikin

Her wiha navendê diyar kir ku çeteyên ‘El-Emşet’ dest danîn ser mal, dikan û milkên

Hisên Îsmeîl Ereb

Zekeriya Ereb

Hisên Qureyîş

Hecî Xelîl Şêxo

Zekeriya Emîn Heyder

Zekeriya Nehsen

Mihemed Mistefa

û Îzet Kemal Elî Bekir

Navendê da zanîn ku çeteyan bi buhaneya wan bacên sepandî nedane, milkên wan desteser kirine.

Malpera Afrîn Post jî ragihand ku çeteyan dest danîne ser 60 % ji dikanên şêniyên Efrînê yê resen.

Çeteyan her wiha erdên çandiniyê yên mala Necar jî desteser kirin..

4’ê Gulanê jî, li gundê Be’îdîna dikana Reşîd Hespîro bi temamî hat dizîn.

Li gorî Malpera Çalakvanên Efrînê jî, çeteyan mala Osman Axa yê li ser rêya navenda bajêr û gundê Basûtê veguherandine nexweşxaneyê, beriya wê jî kiribûn navendeke leşkerî.

Çeteyan 14 Jin revandin û çarenûsa wan nediyar e

Li herêmên din ên dagirkirî heman binpêkirin didomin.

Çeteyan, 14 jin ji beriya meh û nîvekê revandine û heya niha çarenûsa wan nediyar e.

Herî dawî jî sivîlek hat revandin û 5 hezar dolar jê hatine xwestin.

Back to top button