Li hember van êrişan Berpirsê Tevgera Esaîb Ehlî Heq Qeys El-Xezalî li ser hesabê xwe yê twittrê daxuyaniyek da û diyar kir ku Em ê li hemberî bombebarankirina sivîlan bêdeng nemînin.
Berpirsê Tevgera Esaîb Ehlî Heq Qeys El-Xezalî diyar kir ku wê li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk a serweriya Iraqê û bombebaranana sivîlan a bi hincetên bêbingeh bêdeng nemînin.
Qeys El-Xezalî da zanîn ku Di nava vê bêdengiya hikûmeta siyasî de, mixabin binpêkirinên eşkere ya serweriya Iraqê ji aliyê dewleta Tirk ve berdewame.
El-Xezalî eşkere kir ku piştî ku Tirkiyeyê li ser xaka bakurê Iraqê baregehên leşkerên avakirin bombebarankirina xelkê sivîl destpê kir.
Qeys El-Xezalî dawiyê êrişên dewleta Tirk a li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) şermezar kir û got :
“Dewleta Tirk bêyî guh bide serweriya Iraqê destdirêjiya bejahî û xelkê wê dike û got ku wê qet tehmûl nekin.”