Ji ber berxwedana gelan dewleta Tirk tecrîdê li rêbertî giran dike

Hevserokê Nivîsgeha PYD`ê ya şaxê kantona Girê Spî û hevserokê Rêveberiya kampa koçberên Girê Spî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji ber berxwedana gelên li ser fikir û felsefeya Rêber Apo dimeşin zextê li Rêbertî dike.

Di vê çarçoveyê de hevserokê Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê yê şaxê kantona Girê Spî Sabrî Nebo got:

“Desthilata faşîst bi tecîrtê dixwaze Rêber Apo ji gelê kurd durbixe.

Lê Dewleta Tirk bi van siyasetan, di şexsê Rêber Apo de gelê Kurd dike armanc.

Rêber Apo bûye Rêberê neteweyî û hemû gel xwe di fikir û remanê wî de dibînin.”

Sabrî Nebo herî dawî anî ser ziman ku wê têkoşîna wan li dijî van sîyasetan berdewam bike.

Her wuha Hevserokê Rêveberiya Kampa Koçberên Girê Spî Mihemed El Şêx jî diyar kir ku armanca dewleta Tirk bi tecrîdê, şikandina vîna gelên şopdarên rêya Rêber Apo ye.

Di dawiyê de El Şêx wiha anî ziman:

“Divê hêzên navneteweyî li hember tecrîdê helwestekê nîşan bidin. Em bêdengiya wan şermezar dikin.”

Bi dehan ciwanên herêma Firatê ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan

Back to top button