Bi boneya salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava li paytexta Berlîn a Almanya Berlînê pîrozbahî hat lidarxistin.
Di pîrozbahiyê de bi navê Komîteya Amdekar Rênas Efrîn axaftina vekirinê kir.
Li ser navê PYD’ê Adnan Osê jî salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kir û ji Berlînê silav ji YPJ û YPJ’ ê ku li Rojava li berxwe didin şandin .
Piştre li ser navê Kurdistaniyên Berlînê Huseyîn Taşan balkişand ser Peymana Lozanê û got:
“Em li dijî peymana qirkirinê ku sed sal berê hat kirin, dengê xwe bilind dikin.”
Li ser navê Dîe Lînke Hakan Taş behsa qehremantiya şehîdan kir û wiha anî ziman:
“Qehremanên me bi şerekî giran DAÎŞ’ê têk birin. Em mînattarê şehîd û birîndarên xwe ne.”
Pîrozbahî bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.