Li Kifrî ji bo Şêrwan Şêrawanî çalakî hat lidarxistin

Li dijî cezakirina rojnamevan Şêrwan Şêrwanî, çalakvan û rewşenbîrên Kifrî, çalakiyek nerazîbûnê lidarxistin û şermezarkirin.

Çalakvanên Kifrî di çalakiyê de daxwazkirin ku pêwîste Şêrwan Şêrwanî bi awayekî yasayî were dadgehkirin ne bi siyasî.

Di çarçoveya nerazîbûnên li dijî cezakirina Şêrwan Şêrwanî ji aliyê dadgeha PDK’ê ve, li bajarokê Kifrî yê ser bi îdareya Germiyanê, çalakvan û rewşenbîran çalakiyek lidarxistin.

Daxuyanî ji aliyê Refet Mihemed ve hate xwendin û wiha hate gotin:

“Em li beramberî biryara dadgehê ya 4 sal ceza li ser Şêrwan Şêrwanî de sepandî, matmayî man.

Em li bendê bûn ku were berdan, ne bi şêweyek siyas nêzîkatî beramber were raberkirin.”

Di heman daxuyaniyê de çalakvan û rewşenbîran daxwaz kirin ku pêwîste hemû Rêveberên Herêmê, têkevin tevgerê du ku Dadgeh biryara xwe berçavan re derbaz bike.

17 Saziyên çapemeniyê û 150 rojnamevanan cezaya li dijî Şerwanî şermezar kirin

Back to top button