CPT: Dadgehkirina Şêrwanî ne bi edalet bû

Dadgeha Hewlêrê bi tometa ‘sextekariyê’ 4 sal cezayê girtîgehê cara duyemîn li Şêrwan Şêrwanî birî bû.
Têkildarî mijarê Rêxistina Tîmên Avakirina Aştiya Civakê ya Emerîkayê (CPT) daxuyaniyek da û got:
“Dadgeh kirina Şêrwan Şêrwanî ne bi edalete.”
CPT’iyê diyar kir ku li Başûrê Kurdistanê girtina kesan ne bi biryara dadgehê, bi biryara Mesrûr Barzanî pêk tê.

Di 20’ê Tîrmehê de rûniştina yek ji girtiyê Behdînanê rojnamevan Şêrwan Şêrwanî hate lidarxistin.

Dadgeha Hewlêrê bi tometa ‘sextekariyê’ 4 sal cezayê girtîgehê cara duyemîn li Şêrwan Şêrwanî birî.

Rêxistina Tîmên Avakirina Aştiya Civakê ya Emerîkayê (CPT) derbarê mijarê de li Silêmaniyê daxuyaniyek çapemeniyê da.

Di daxuyaniya çapemeniyê de endamê CPT’iyê Julian Floyd axivî.

Floyd da zanîn ku di dema dadgehkirina Şêrwanî Şêrwanî de binpêkirin hebû û wiha got:

“Zêdetirî 15 leşker û çekdar di nava hola dadgehê de amade bûn, herwiha zêdetirî heman hejmarê jî ji der ve bûn.

Wê çawa kesek di vê rewşkê de bikare parastina xwe bike, çawa wê bikare xwe aram hîs bike.

Dadgehkirina Şêrwanî ne bi edalet bû, parêzerên Şêrwanî nekarîn beriya dadgehê, dosyaya lêpirsînê bibînin.”

Flody desnîşan kir ku hikumeta Herêma başûrê Kurdistanê dagehê ji bo bêdengkirina kesan bikartîne.

CPT: Mesrûr Barzanî bê biryara dadgehê kesan digire û berdide

Julian Floyd her wiha behsa revandina rojnamevan Umêd Beroşkî jî kir ku piştî biryara li dijî şerwanî Mesrûr Barzanî rexne kir pekhat.

Endamê CPT’iyê Julian Floyd diyar kir Umêd Beroşkî bi biryara Mesrûr Barzanî hate berdan û wiha bi dawî kir:.

Ger biryara berdanê bi destê Mesrûr Barzanî be, wê demê biryara binçavkirinê jî bi destê Mesrûr Barzanî ye.

Bi vê yekê re dibêjin em dikarin bê biryara dadgehê xelkê binçav bikin û birevînin.”

Back to top button