Li Kazexistanê jimara kesên hatine binçavkirin 4.200 derbas kir

Hikumeta Kazaxî bi awayekî zêde xwepêşandan tevizandiye. Lê dema ev yek pêk anî jî bi hovane êrişî xwepêşandêran kir. Bi dehan kes hatin kuştin û jimara kesên hatine binçavkirin 4 hezar û 200 derbas kir. Di nava kesên hatine binçavkirin de, berpirsên berê yên di hikumetê de jî hene.

Li Kazexistanê 6 rojin alozî û metirsiyek zêde heye. Xwepêşandanên 2-3’ê Çile ji ber bihabûna sotemeniyê despêkirî, welat veguherandiye qada şer.

Li aliyekê avahî û li aliyê din jî erebyên li nava welat şewitî. Dimenên ji nava Kazexistanê tên weşandin, rewşa metirsîdar radixe ber çavan.

Tevî hêzên Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf (CSTO) yên bi pêşangiya Rûsya hatin welat jî lê alozî didome. Niha li welat nêzî 2,500 leşekrên CSTO hene.

Piştî fermana serokomar Qasim Comert Tokayev ê Rûsya piştgiriya wî dike, hêzên leşkerî li gelek deveran bicih bûn.

Qasim Comert Tokayev ji ber şandina hêzên bi serokdewletê Rûsya Vladimir Putin re axivî.

Tokayev spasiya Putin kir û got: Min destûr da artêşê ku bêyî hişyarî bikujin.”

Piştî vê yekê metirsiya rewşa li welat zêdetir bû. Heta niha bi dehan kes hatine kuştin.

Wezareta Karên Navxweyî ya Kazakistanê ragihand ku di nav de welatiyên welatên cîran jî bi giştî 4 hezar û 266 kes hatine binçavkirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li gundekî eyaleta Almatayê zêdeyî 100 kes hatin binçavkirin.

Herî dawî şefê îstîxbaratê Kerîm Masîmov bi îdîaya ku xiyaneta bilind kiriye hate girtin.

Serokomarê Kazexî yê biryara kuştina bê hişyarî dayî ji ber kesên mirî jî 10’ê Çile weke roja şînê ragihand.

Back to top button