Şêniyên Şehbayê her sê jinên şoreşger bi bîranîn

Her sê jinên têkoşer û şehîdên komkujiya Parîsê, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi meş û merasîman hatin bi bîranîn. Di meş û çalakiyan de êriş hat şermezar kirin û hat xwestin ku hesab ji kujer û berpirsyaran bê xwestin.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo bîranîna her sê jinên kurd ên têkoşer Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, meş û merasîm li dar xistin.

Li navçeya Ehrez a herêma Efrînê bi sedan şênî kom bûn û meşek girseyî lidar xistin.

Her sê jinên şoreşger li Çilaxa bi merasîmekê hatin bi bîranîn

Li navçeya Çilaxa a Qamişlo jî şêniyan bi heman armancê, merasîmek li dar xistin.

Merasîm li hola Navenda Çand û Hunerê ya li başûrê navçeyê hat lidarxistin.

Di merasîmê de kujerên jinan hatin şermezarkirin û daxwaza hesbapirsînê hat kirin.

Ji bo bîraîna sar û hevalên wê, li Hesekê merasîmek hat lidarxistin

Her wiha li Hesekê jî Meclisa Malbatên Şehîdan şehîdên Komkujiya Parîsê bi merasîmekê bi bîr anîn.

Di merasîmê her sê jinên kurd ên têkoşer hatin bi bîranîn û ji bo pêkanîna edaletê û diyarkirina kujeran, bang li aliyên navnetewî hat kirin.

Back to top button