Di topbarana îro ya li Kobanê de welatiyek şehîd û 11 jî birîndar bûn

Dewleta Tirk a dagirker îro danê nîvro, careke din êrişî Kobanê kir. Dagirkeran bi top û hawanan bajarê Kobanê û gundên rojhilat ên bajêr bombebaran kirin. Di encama topbaranê de Mixtarê gundê Xanê şehîd bû û 11 kes jî birîndar bûn.. Di nava birîndaran de jin û zarok jî hene.

Dewleta Tirk a dagirker îro danê nîvro, navenda Kobanê û gundên rojhilat ên bajêr bi top û hawanan bombebaran kirin..

Di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Kobanê û gundên wê de, welatiyek şehîd bû û 11 jî birîndar bûn.

Kesê ku şehîd bû mixtarê gundê Xanê, Îbrahîm Şerîf bû..

Di nava birîndaran de jin û zarok hene..

Birîndar rakirin nexweşxaneyên bajarê Kobanê û li wir tên dermankirin..

Di nava birîndaran de zarokekî lingê wî qut bûye heye..

Kobaniyên di encama topbaranan de birîndar bûne, xizmên wan ku ew rakirine nexweşxanê û dayikên zarokên birîndar li nexweşxaneyê qale topbaranê dikin ku çawa pêk hatiye..

Kobanî ji hêzên navdewletî dixwazin ku van komkujiyên bi destê dewleta Tirk, bidin rawestandin..

Gundên ku hatin topbarankirin jî ev in:

Qeremox, Xanê, Til Hacib, Serzorî, Tefşo û Gultepe ne..

Her wiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Cirin, Erîda, Siwan û Bîr Ereb yên li rojavayê Girê Spî jî topbaran kirin..

Back to top button