DYA bertek nîşanî çûyîna hêzên Rûs yên li Kazaxistanê da

DYA bertek nîşanî hêzên Rûsya yên li Kazexîstanê da û got; Kazexistan bi xwe di wê hêzê de yeku bikare pirsgirêkên xwe çareser bike, ji ber çi hêzên Rûsya derbasî welat bû. Vê yekê Moskow bihêrs kir.

Wezîrê Karên Derve yê DYA Antony Blinken doh di daxuyaniya çapemeniyê de li ser mijarê axivî û got:

“Ji min re xuya dike ku rêveberî û hikumeta Kazaxistanê xwedî wê astêye ku bi şêwazekî guncaw nêzî xwepûşandana bibe.

Ev yek jî bi rengekî ku rêzê li mafên xwepêşanderan bigire pêk bîne.

Blinken got,

Ji dîroka nêz dersek, Rûs dema carekê dikevin mala we bi hêsanî dernakevin.

Derxistina wan jî carnan pir zehmet dibe.

Rûsya: Dema Amerîka ket mala we sax mayîn zehmete

Wezareta karên Derve ya Rûsya jî bi daxuyaniyeke nivîskî bersiva DYA da û got:

Dema ku Amerîka bikeve mala we, talankirin, destavêtin û saxmayîn zehmete.

Ji Almanya biryara qedexeya çekan bo qazaxistanê di rojevê de ye

Di vê navberê de, Hikumeta Almanya jî ragihand ku ji ber aloziya li welat dibe ku ew firotina çekan rawestînin.

Mijara çekên ku qala wê tê kirin, bi bihayê 2,2 milyon euro ye.

Back to top button