Mehmet Ruştu Tiryakî: Tecrîd pirsgirêka 58 milyon welatiyan e

Ji Rêber Apo ev 30 meh in tu agahî jê nayê girtin. Hevdîtinên malbat û parêzeran bi her awayî hatine qedexekirin. Her çiqas serlêdana hevdîtinan dikin jî lê serlêdanên wan tên redkirin.
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Mehmet Ruştu Tiryakî destnîşan kir ku heta tecrîda li Îmraliyê neyê rakirin dê pirsgirêka kurd jî neyê çareserkirin û tecrîd pirsgirêka 58 milyon welatiyan e.

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî yê parêzer têkîldarî tecrîda li dijî Rêber Apo nirxandin kir.

Tiryakî diyar kir ku mînaka herî şênber a nebûna demokrasiyê ya li Tirkiyê polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê ye û ev nirxandin kir:

“Heke em behsa bêhiqûqî, ne demokratîkbûnê û pirsgirêkên kronîk ên li girtîgehên Tirkiyê dikin, cihê ku vê yekê dest pê kiriye tecrîda li Îmralî ye.

Mehmet Ruştu Tiryakî: Tecrîda li Îmraliyê pêl bi pêl tevahî welêt belav dibe

Tecrîda li Îmraliyê pêl bi pêl li girtîgehan û piştre jî li tevahiya welêt belav dibe.

Heya ku tecrîda daîmî ya li Îmraliyê bidome, pirsgirêkên li girtîgehên Tirkiyê ne wê bi dawî bibin û ne jî wê Tirkiye bibe welatekî demokratîk.

Pêşî divê pirsgirêka tecrîdê bê çareserkirin.

Em di wê baweriyê de ne ku heke pirsgirêka tecrîdê bê çareserkirin, ev jî gav bi gav dikarin bên çareserkirin.”

Mehmet Ruştu Tiryakî: Kengî birêz Ocalan biaxive çareserî pêş dikeve

Tiryakî destnîşan kir ku pirsgirêka kurd bi şer û tundiyê û êrişan nayê çareserkirin û wiha axivî:

“Lê dewlet dixwaze pirsgirêka kurd bi rêbazên şer çareser bike.

40 sal in li vî welatî şer diqewime û ev pirsgirêk bi şer nehatiye çareserkirin.

Mehmet Ruştu Tiryakî: Desthilatdarî di siyaseta şer de israr dike

Desthilatdarî jî dizane ku nikare bi vê rêbaza şer pirsgirêka kurd çareser bike û di siyaseta şer de israr dike.

Kengî birêz Ocalan biaxive wê çaxê xweşî û çareserî li pêş dikeve.

Ji bo em tecrîdê rakin di heman demê de tê wateya ku gelên me bi awayek hêvî li siberojê binêrin.

Her ku tecrîd tê girankirin şer û pevçûn jî dijwar dibin.

Lewma tecrîd li vî welatî pirsgirêka 85 milyon mirovan e.”

Back to top button