TEV-DEM’ê jî bi heman armancê daxuyaniyek da û rojbûn Rêber Apo pîroz kir.
Bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna rêber Apo, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyek da.
TEV-DEM’ê ev bone li gelê Kurdistanê, tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûrî û mirovahiyê pîroz kir.
TEV-DEM’ê got: ”Rêber Abdullah Ocalan ji zêdetirî 23 salan ve ji bo birêvebirina civaka azad hatiye dîlgirtin.
Rêber Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de mecên herî zehmet, tecîrd û îzolekirina siyasî ya neqanûnî derbas dike.
Li hemberî vê yekê tu rola rêxistinên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan tune ye.”
TEV-DEM’ê anî ziman ku 4’ê Nîsanê rojbûna dîrokeke nû ya îradeya tevahî gelan û pêkhateyên Rojhilata Navîn e.
Dawiyê TEV-DEM’ê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir.