Rêvberiya Xweser spasiya hêzên Ewlekariyê kir

Rêveberiya Xweser ji ber ku parastina pîrozbahiyên Newrozê kirin spasiya hêzên QSD, HPC û hêzên Asayîşê kir.

Duh li seranserî bakur û rojhilatê sûriyê bi deh hezaran newroz pîrozkirin. Hêzên QSD, Asayîş û Hêzên Parastina Civakî jî parastina pîrozbahiyan kirin.

Rêvberiyê destnîşan kir ku tevlêbûna gel ji pîrozbahiyan re tê wateya ku ruhê berxwedanê bi ser ketiye.

Rêveberiyê diyar kir hêzên QSD’ê, hêzên Asayîşê Hêzên Parastinê yên Civakî ji bo parastina qadên Newrozê bi fedakariyeke mezin bi rola xwe rabûn û spasiya wan kir.

Back to top button