Gundên Til Temirê yên nêzî sînor rojane tên tobbarankirin

Ji 8 mehan ve, gundê Um El-Xêr rastî topbaranê tê, tevî wê jî şêniyên gund ji gundê xwe dernakevin. Şênî dibêjin: “Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji zêdetirî 8 mehan gund topbaran dikin, sivîlan dikin armanc û rizqê me talan dikin.

8 meh in, topbarana li ser gundên sînorî yên navçeya Til Temirê ranewestiyaye.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên qaşo bi nave Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê her sûcên li dijî mirovahiyê li dijî sivîlên van gundan didomînin.

Li gel vê topbarana rojane jî, agir bi zeviyên sivîlan dixin û mal û milkên wan talan dikin.

Yek ji van gundan jî, gundê Um El-Xêr e ku ew jî rojane rastî êrîşên dewleta Tirk a dagirker tê.

Şêniyê bi navê Ehmed El-Hedad ku ji heman gundî ye diyar dike ku “Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, sivîl û hêzên leşkerî ji hev cuda nake û her duwan dide ber topan.”

El- Hedad dibêje:

“Beriya demekê artêşa dagirker sewalên me li ser rêya M4 dizîn.

Şêniyekî din jî yê ji heman gundî tîne ziman ku “Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê mafên sivîlan binpê dikin, sewal û milkên wan didizin, gund topbaran dikin û zeviyên çandiniyê dişewtînin”.

Şêniyan di dawiyê de teqez kir ku “dijmin nikare vîna wan bişkîne û tevî van êrîşan jî ew ê dev ji gundê xwe bernadin”.

Back to top button