Şahîya Çanda Kurd a Navnetewî ya 29. li Hollandayê pêk hat

Şahîya Çanda Kurd a Navnetewî ya 29’emîn, li Hollandayê pêk hat. Li her devera Ewropayê bi hezaran Kurd û dostên xwe beşdarî şahiyê bûn. Di şahiyê de li ser navên gelek saziyan axaftin hatin kirin û peyamên girîng hatin dayîn. Hevserokê Konseya Rêvebir ya KCK Cemîl Bayik jî, peyameke bi dîmen ji şahiyê re şand.

29’mîn Şahîya Çanda Kurd a Navnetewî, îro li bajarê Kandgraf ya Hollandayê bi daxwaza ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî hate pîrozkirin.

Ji bo şahîyê ji gelek deverên Ewropayê bi deh hezaran Kurd û dostên wan, berê xwe dan qada pîrozbahîyê.

Şahî, îsal bi ji alîyê Konseya Civaka Kurd a Demokratîk (DEM-NED) hate rêxistin kirin.

Li qada şahîyê berhem û standên xebatên çandî hatin danîn û pêşandan.

Hunermendên weke Yelda Ebbasî, Çoman Reşîd, Hozan Canê, Şivan Perwer, Hozan Dîyar û Nanobeat jî tevlî şahîyê bûn.

Li qadê wêneyên Rêberê Apo, alên PKK, YPG û YPJ’ê hatin hildan.

Di şahiyê de li ser navên saziyan gelek axaftin hatin kirin.

Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk ya Kuridstaniyên li Ewropa (KCDK-E) Yûksel Koç axivî û dîyarkir ku berpirsyarîyeke mezin a gelê Kurd û dostên wan, li dijî dagirkerî û rakirina tecrîdê heye.

Hevseroka KCDK-E Fatoş Goksûngur jî bal kişande ser hevkariya hin hêzên Kurd bi dijmin re û got: ”Kurd dema li vir xwedî li çanda xwe derdikevin heman demê li dijî xiyanetê, xeta azadîyê esas digrin.”

Goksûngur bang li NATO, Emerîka û Avrupa yê kir û got: ”Ji Kurdan, Kurdistanê û dostên wan netirsin. Ya ku hûn jê bitirsin hişmendîya DAIŞ’ê ye.

Di şahîyê de Hevserokê Kongra Netewî ya Kurdistanê-KNK’ê Ehmed Karamûs jî axivî û bal kişande ser berxwedana gerîlla û got:

”Li hemberî gelê Kurd çekên kîmyewî tê bikaranîn. Divê bi îradeyek mezin li hember êrîşan berxwedan bêkirin.”

Serokê Yekitîya Parastina Heq û Azadîyan Mihemed El-Şamî jî, keyfxweşîya xwe ya ji bo tevlîbûna şahîyê anî ziman û got.

”Tekoşîna gelê Kurd ji bo hemû gelan e, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ala azadîyê bilind kiriye.”

Hevserokê Konseya Rêveber ya KCK’ê Cemîl Bayik jî bi peyameke bi dîmen tevlî şahiyê bû.

Back to top button