KCK: dewleta Tirk hewl dide tiştên bi rêya DAIŞ nekarî, bi xwe pêk bîne

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekê peymana agirbestê ya di navbera Emerîka û Tirkiyê de rexne kir. KCK’ê ev peyman wekî hewldana rewakirina dagirkeriyê û sûcên şer yên dewleta Tirk nirxand û got: Divê ji bilî vekşîna dagirkeran, ti plan neyê qebûl kirin. KCK’ê li dijî êrişên qirker ên dewleta Tirk, li hemû parçeyên Kurdistanê û dostên wan banga xurtkirina têkoşînê kir.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê li ser dagirkeriya Tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KCK’ê bi bîr xist ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî bi kurd, ereb û suryaniyan li dijî çeteyên hov El Nûsra û DAIŞ’ê pergaleke azadîxwaz a ji bo tevahiya Rojhilata Navîn bibe mînak ava kirine û got:

Lê belê faşîzma AKP-MHP’ê li dijî kurdan siyaseta qirkirinê dimeşîne, ji destpêkê ve dijminahiya pergala demokratîk û jiyana azad dike. Ji bo têkbirina vê pergalê berê çeteyên El Nûsra û DAIŞ xistin dewrê. Lê piştî têkçûna wan, faşîzma AKP-MHP’ê bi xwe kete dwrê. Ji bo Kurd statu bi dest nexin, dest bi tevgera dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûrî kiriye.

KCK: BERXWEDAN, KOMPLOYA TRUMP Û DIJMINÊ KURDAN, ERDOGAN XERA KIR

KCK’ê bal kişand ser berxwedana li dijî dagirkeriya Tirk û weha got:

“Tevî ku bi çekên giran êriş kirin, rastî berxwedana mezin a ne li bendê bûn, hatin. Gelên cîhanê û raya giştî ya demokratîk a cîhanê rabû ser piyan. Gelê Kurd û hêzên siyasî yên li hemû parçeyên Kurdistanê bi rihê netewî li dijî dagirkeriyê rabûn ser piyan. Ji bilî welatê Katar ê bê îrade welatên Erep, welatên Yekitiya Ewrûpayê, li dijî dagirkeriyê derketin û xwestin dagirker paşde vekişin. Li Emerîkayê ji bilî rêveberiyê, hemû derdor li dijî dagirkeriyê derketin. Di dîrokê de cara yekemîn Tirkiye ewqas tenê ma.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku berxwedana bi moralê mezin û nerazîbûna li tevahiya cîhanê, komploya Serokê Emerîkayê Donald Trump û dijminê Kurdan faşîst Tayîp Erdogan pûç kir.

KCK: EMERÎKA BI VÊ PEYMANÊ, DAGIRKERÎ Û SÛCÊN ŞER ÊN TIRKIYÊ REWA DIKE

KCK’ê desnîşan kir ku berxwedan û piştgiriya navnetewî Emerîka û Tirkiye neçarî agirbestê hiştiye û wiha domand:

Bi vê agirbestê dixwazin xwe ji zextên raya giştî ya demokratîk rizgar bikin. Lê belê ev peyman dagirkeriyê rewa dike. Êrişên qirker û sûcên dij-mirovahî yên artêşa Tirk rewa dike. Lewma divê ti plan û daxwaza vekişîna dagirkeran esas neyê girtin û neyê qebûlkirin.

KCK: DIVÊ JI BILÎ VEKIŞÎNA DAGIRKERAN, TI PLAN NEYÊ QEBÛLKIRIN

KCK’ê li dijî dagirkeriyê banga xurtkirina têkoşînê û xwedîderketina berxwedanê li tevahiya 4 parçeyên Kurdistanê, gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî û raya giştî ya cîhanê kir.

Her weha Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê berxwedana şervanên QSD’ê silav kir, şehîdên berxwedanê bi bîr anîn û baweriya xwe ya ji serketina şervanên QSD’ê re anî ziman.

Leave a Reply

Back to top button