Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê civîna xwe ya salene li dar xist û biryarên girîng der barê pêşxistina kar de girtin.
Civîn li navenda Çand û Hunerê hate lidarxistin.
Di civînê de Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid û cîgira wê Elîzabet Gewriyê û endam û hevserokên saziyan beşdarbûn.
Hevserokê Meclisa Rêveber a Tebqayê Şiyar Mihemed di civînê de axivî û diyar kir ku li herêmê gelek guhertin û veguhertinên nû rû dan ku xeta siyaseta herêmî û navdewletî guhertin.
Piştî nirxandina rewşa siyasî, raporên rewş û xebata sala borî hatin xwenedin.
Di dawiya civînê de gelek biryar hatin standin.
Ji wan:
Erêkirina qanûna baceyan.
Vekirina mala sêwiyan.
Firehkirina rûbera çandiniyê.
Zêdekirina hejmara dibistanan.
Pêşxistina sîstema ewlehî.
Pêşxistina pîşesazî û rewşa tenduristiyê.
Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid jî destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser ji nûve sazkirina sazûmaniya Rêveberiya Tebqayê erê dike û anî ziman ku divê ev yek bi lez pêk were.