Hêzên Hikûmeta Şamê û çeteyên Tirkiyê li Cebel El- Zawiyê êrîşî hev kirin

Hêzên Hikûmeta Şamê û çeteyên dagirkeriya Tirk li eniyên başûrê Cebel El-Zawiyê ya Idlibê deverên hevdu dan ber topan.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku, şevê din hêzên hikûmetê û çeteyên Tirkiyê li eniyên Başûrê Cebel El-Zawiyê yê Idlibê êrîş hev kirin.

Li gorî heman çavkaniyê, aliyan bi mûşekan eniyên Bara, Fitêra, Filêfil û Kinsefra topbaran kirin.

Her wiha hêzên hikûmetê gundê El-Enkawiyê yê Bakurê Rojhilatê Hemayê jî kir armanca êrîşên xwe.

Back to top button