13 vê mehê bi banga hezar û 3 navdarên cîhanî, Kampanya derxistina PKK’ê ji “lîsteya terorê” destpê kir.
Armanca rêveberên kampanyayê ew e ku bi mîlyonan îmze kom bikin.
Ji bo Partiya Karkerên Kurdistan ji lîsteya ‘rêxistinên terorê’ bê derxistin, bi pêşengiya Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî kampanya bivê diçe.
Ev xebatê wê li qada navneteweyî bê meşandin.
Ji 30 welatî zêdeyî hezar kesayetên naskirî mohra xwe danîn binê kampanyayê û serkêşiyê jê re dikin.
Însiyatîfê eşkere kir ku kampanya wan wê li Ewrûpa, Amerîka, Kanada û Awûstralyayê bê meşandin.
Di çarçoveya kampanyayê de navendên civaka Kurd wê bi roleke çalak rabin.
Di vê çarçoveyê de wê dezgeh bêne danîn û çîmze werin komkirin.
Armanc jî komkirina 4 milyon îmzeyê ye.
Encam jî wê pêşkêşî Konseya Ewrûpayê û saziyên pêwendîdar ên li Amerîkayê bêne kirin.