Yekîtiya Ewrûpayê ceza li koma Wagner a Rûsî birî.
Sedema vê yekê jî têkbirina aramiya li Ukraîne û hin welatên Afrîkayê ye.
Wezîrê Karên Derve ên Yekîtiya Ewrûpayê doh li Brûkselê kom bûn.
Di civînê de îdîayên êrişa Rûsya a li dijî Ukraîne hat gotûbêjkirin.
Berpirsê siyaseta derve a yekîtiyê, Josep Borrell (Jozêv Borel) anî ziman ku ew ji bo cezakirina Rûsyayê li gel Amerîka û Îngilîstanê di nava danûstandinan de ne.
Borel peyam da Mosko ku eger êrişî Ukraîne bikin, wê berdêla wê giran be.
Li aliyê din Ajansa Frans Press-AFP ragihand ku wezîrê karên derve ên yekîtiyê bi yek dengî ceza li 8 kesayet, koma Wagner û 3 şîrketên Rûs birîn.
Sedema wê yekê jî têkbirina aramiya li Ukraîne û hin welatên Afrîkayê.
Demên dawî Amerîka, NATO û Yekîtiya Ewrûpa hişyariyên tûnd dane Rûsya da ku êrişî Ukraîne neke.
Mosko jî îdîa dike ku ti plana wê ya êrişê tineye.