Turnuveya fubolê ya “Veger” ya ku ji aliyê Komîteya Koçberên Serêkaniyê ve hatiye organîzekirin duh dest pêkir û îro di roja duyemîn de didome.
Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi koordîneya Yekitiya Werzîşê ya Herêma Cizîrê duh bi navê “Veger” turnuveyeke fubolê da destpêkirin.
Turnuve bi beşdarbûna 8 tîman li stada Muhterifîn a li bajarê Hesekê berdewam dike.
Di roja yekemîn de du maç hatin lidarxistin.
Tîma Serêkaniyê û tîma Mîtan li hemberî hev lîst in û tîma Ciwanên Hesekê û tîma Şehîdên Serêkaniyê li hemberî hev lîstn.
Îro jî du maç li dar xistin.
Tîma Dicel û Selahedîn bi hev re lîstin û tîma Waşûkanî û Bîra Nuh lîstin.
Li gor komîteya amadekar a turnuveyê ev turnuve bi armanca teqeziya bi mafê jiyanê û vegera li ser warê xwe hatiye organîzekirin.
Serokê Komîteya Koçberên Serêkaniyê Besam Kaço ku turnve bi rêxistin kiriye diyar kir ku turnuve wê roja Çarşema bê bi dawî bibe.