ŞANDEYA HDP’Ê WÊ LI EWROPAYÊ HIN HEVDÎTINAN PÊK BÎNE

Şandeyek bi serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî , berê xwe dide Ewropa û têkildarî mijarên di rojevê de bi taybet dagirkirina şaredariyan hevdîtinên cûda pêk tîne.

Şande wê 16’ê mehê li Strasburgê tevlî hevdîtina gel bibe.

17’ê mehê jî li Parlamentoya Ewropa, bi komên partiya siyasî û Koma Dostên Kurdan a Parlamentoya Ewropa re hevdîtin bike.

Şande, wê di heman rojê de, bi komên siyasî yên di Parlamentoya Ewropayê cih digirin de, civîna çepmeniyê li dar bixin.

Wê di hevdîtinan de pêşketinên siyasî, pirsgirêkên herêmî, têkiliyên Tirkiyê û Yekitiya Ewropa (YE), demokratîkbûyîna Tirkiyê û erkdarkirina qeyûman, were nîqaşkirin.

Şande 18’ê mehê jî wê rûniştina Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş a li Daîreya Mezin a Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa bê dîtin, bişopîne.

Leave a Reply

Back to top button