PAJK: Hevrê Leyla li ser hemû hevrêyên xwe xwedî bandorek mezin bû

Koordînasyona PAJK’ê têkîldarî şehadeta Leyla Sorxwîn daxuyaniyek da û got:
“Bi sekna xwe ya fermandar û pêşeng nûneriya xeta serkeftinê kir.
Bi zanebûna xwe bi tena serê akademiya îdelojîk-leşkerî bû.”

Koordînasyona PAJK’ê têkîldarî şehadeta endama Meclîsa PAJK’ê, endama Konseya Fermandariya YJA Starê Leyla Sorxwîn-Hamiyet Yalçinkaya ku di Çileya 2023’yan de li Bestayê şehîd bibû daxuyaniyek da.

PAJK’ê di daxuyaniyê de diyar kir Heval Leyla Sorxwîn pêşeng û nûnerê xeta Serkeftinê bû û ev tişt anî ziman:

“Hevrê Leyla dîtina rêbertî ji bo xwe weke tarzê jiyanê diyar kiribû.

Bi sekna xwe ya fermandar û pêşeng nûneriya xeta serkeftinê dikir.

Bi zanista xwe, bi tena serê xwe akademiya îdelojîk û leşkerî bû.

Bi hêmanên azadiya jinê û bi bêhempabûna xwe ji nû ve avakirina hevrêyên xwe xwedî bandorek mezin bû.”

Koordînasyona PAJK’ê derbarê têkoşîna Şehîd Leyla Sorxwîn de wiha got:

“Ji bo jiyana azad çi pêwîst bûya, ya herî baş dikir. Hezkiriya Botanê bû.

Weke fermandarek jin ku bi çanda Botanê re bûye yek, bi taybetmendiyên xwe yên gel û bi edalet di dilê gel de cihê xwe ava kir.

Weke Fermandara Qada Botanê li dijî operasyonên cerdevan, sîxûr, tora mûhbîr û artêşa faşîst, bi pêngav û çalakiyên xwe li Kurdistanê faşîzm paş de bir.”

Koordînasyona PAJK’ê di dawî de teqez kir ku wê têkoşîna wan a li dijî faşîzmê, mejiyê mêr, desthilatdariyê, zayendparziyê bidome, dê her şehadetek bibe soza pêkanîna azadiyê.

Back to top button