Ciwanên Ereb: Tecrîd di şexsê Rêber Apo de li dijî me hemûyan e

Ciwanên Şoreşger yên Til Temir, Tebqa û Minbicê li dijî tecrîda Îmraliyê şermezarkirin û teqezkirin ku heta têkbirina tecrîdê ewê di nav têkoşînê de bin.

Yek ji endamê Ciwanên Şoreşger ê Tiltemirê Ebûd Miftî diyar kir ku di şexsê Rêber Apo de tecrîd li hemberê me hemûyan pêk tê.

Miftî teqez kir ku ewê bi çalakiyên xwe tecrîdê vala darxînin.

Ciwanê bi navê Şeze Elelî yê ji Tebqayê jî diyar kir ku tedrîda li Îmraliyê derqanûniye û divê saziyên eleqedar li dijî vê yekê bierka xwe rabin.

Ciwanê Minbicê Husên Begarî jî teqez kir ku heta ku tecrît bi dawî bibe ewê di nav çalakiyan de bin.

Ciwanên Şoreşger: Emê bi pêkanîna fikrê Rêber Apo tecrîdê bêwate bikin

Ji aliyeke din Ciwnaên Şoreşger ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Tebqa û Reqayê di çarçoveya hemleya Cenga Azadiyê de ji ciwanên heremê re rêze civînan lidardixin.

Rojeva civînê tecrîda lidijî Rêbe Apo bû û li ser navê ciwanan Vîyan Nujîyan Axivî û got: Emê bi têkoşîn, pêkanîna fikrê Rêber Apo tecrîdê vala derxînin.

Civîn bi Sloganên ” Bi Can Bi Xwîn Em Bi terene Ey Serok ” Bi dawî bû.

Rûken Ehmed: Pêwîste CPT li gorî erka xwe tevbigere

Back to top button