Seîd Osê yê 75 salî bang li şêniyên heremê kir ku ji bo parastina zeviyên xwe di nav bergiriyê de bin
Apê Remezan Hecî Seîd Osê ji gundê Beyazê Biçûk ê li başûrê Tirbespiyê girêdana wî ya bi axa xwe dihêle ku li hember zehmetiyan têbikoşe.
Hecî Seîd Osê dibêje:
“Ruxmî temenê min 75 sal e, lê hîna piranî demên xwe li nava zeviyên xwe derbas û xaka xwe diparêzim.”
Seîd Osê genim, ceh û sebzeyên havînê diçîne û di avdanê de xwe dispêre hewza ku beriya 30 salan ava kiriye.
Seîd Osê destnîşan kir ku ji bo parastina zeviyan ji şewatê şêniyên herêmê hevgirtî bin û bi komîteyên taybet û Hêzên Ewlekariya Hundirîn re hevkar bin.
Di dawî de Seîd Osê diyar kir ku ew weke şêniyên gund bi jin, zarok, ciwan û temen mezin ji bo xêr û bêra xwe, zeviyên xwe ji şewatê biparêzin bergiriyê dikin.