Li herêma Firatê cinîna ceh dest pê kir

Li kobanê çinîna mûsimê Ceh destpêkir hate destpêkirin. Ji bo parastina mûsim ji şewatê, Hêzên Parastina Civakê li herêma Firatê tedbîr girtin.

Li Herêma Firatê mûsimê Ceh hate destpêkirin.

Cotkaran li Kobanê Patoz berdan nava erdên xwe û ceh çinîn.

Rêveberiya Xweser Nirxê kirîna genim bi 45 sent û yê ceh jî bi 43 sentên Amerîkî eşkere kir.

Her wiha Rêvebeiyê ji bo wergirtina genim ji cotkaran 24 navend li herêmê diyar kir.

Herêma Firatê-Ji bo parastina mûsim ji şewatê tedbîr tên girtin

Li aliyê din, Hêzên Parastina Civakê ji bo destwerdana lezgîn a şewatên muhtemel seferber in.

Li herêma firatê Hêza parastina civakê ji bo parastina musim ji şewitê, tîm ava kirin.

Li her gundekî tîmek hatiya avakirin û her tîmek ji 4 kesan pêk tê.

Endamên Parastina Civakê bang li şêniyên herêmê kirin ku ji bo parastina mewsim bi erkên xwe rabin.

Back to top button