Rêveberiya Xweser nirxê kirîna Genim û Ceh diyar kir

Rêveberiya Xweser nirxê kirîna genim û ceh eşkere kir.
Rêveberiya Xweser di demsala 2023’an de nirxê gerim bi 43 sent û yê ceh bi 35 sent ji her kîloyekê diyar kir.

Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê li avahiya Meclisa Rêveber a li bajarê Reqayê ji bo diyarkirina nirxê kirîn genim û ceh civînek li dar xist.

Di civînê de Desteya Serokatiyê ya Meclisa Rêveber a Rêvebeiya Xweser, Hevserokatiya Komîteyên Çandiniyê, Yekitiya Cotkaran, Hevserokatiya Şîrketên Pêşxistina Çandiniyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amede bûn.

Di civînê de Komîteyên Çandiniyê û Yekitiya Cotkaran ji bo nirxê genim û ceh a mewsima 2023’an, pêşniyarên xwe pêşkêş kirin.

Rêveberiya Xweser kîloya genim bi 43 û ya ceh bi 35 sentan diyar kir

Di civînê de nîqaş li ser lêçûna her donimek genim û ceh hat kirin da ku li gorî lêçûnan be.

Li gorî nîqaşan, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxê kirîna her kîloyek genim bi 43 sent, her kîloyek ceh jî bi 35 sentan diyar kir.

Back to top button