ENDAMÊ TIRAFÎKÊ SMAÎL YÛSIF LI DÊRIKÊ JI ALIYÊ SEDAN VE HAT OXIRKIRIN

Bi sedan şêniyên Dêrikê bi merasîmeke girseyî cenazeyê Endamê polîsên tirafîkê Ismaîl Yûsif li goristana şehîdan oxir kirin.

Endamê polîsên tirafîkê Ismaîl Yûsif di encama teqîna mayînekê ji bermahiyên DAIŞ`ê li Reqayê şehîd bû.

Bi sedan şêniyên Dêrikê cenazeyê şehîd wergirtin û berê xwe dan goristana şehîd Xebat Dêrik.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî, li ser navê Hêzên Tirafîkê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî û malbata şehîd axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd û tevahiya malbatên şehîdan re xwestin û gotin:

” Berdêla azadiyê fedekarî ye. Lewra fedekariyên şehîdan berhema azadiyê ne. Emê li ser rêya şehîdên xwe bin heta serkeftin pêk were.”

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd radestî malbatê hat kirin.

Dawiyê cenazeyê şehîd di nava slogan û tilîliyên dayîkan de hat oxirkirin.

Leave a Reply

Back to top button