Wezareta parastinê ya Rûsyayê: Karwanekî leşkerî yê Emerîkayê ji aliyê çeteyên Tirkiyê ve hat hedefgirtin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku karwanekî leşkerî yê Emerîkayê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hate hedefgirtin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyaniyek da û got:

Li ser riya M 4 , derdora 6 KM li rojavayê Til Temirê karwanekî leşkerî yê Emerîkayê hat topbarankirin.

Topbaran ji herêmên di bin kontrola çeteyên dewleta Tirkiyê de pêk hat.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe destnîşan kir ku di encamê de ti zerar çênebûn.

Beriya çend rojan jî li deriyê Dirbêsiyê yê navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de, deweriyeyeke polîsên Rûsyayê ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû topbarankirin.

Leave a Reply

Back to top button