QSD: Dewleta Tirk a dagirker ji êrîşên li dijî sivîlan berpirsyar e

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê diyar kir ku dewleta Tirk li hermên ku dagir kirine, aloziyan çêdike da ku şêniyan bide koçberkirin û li şûna wan terorîstan bi cih bikin.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê li ser zimanê berdevkê QSD’ê Kîno Gabriyêl daxuyanî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

Rewşa li herêmên Girê Spî û Serê Kaniyê aloz in.

Ji destpêka êrişên hovane yên artêşa Tirk li dijî van herêmên êrişên bi erebeyên bombebarkirî têne kirin.

QSD’ê destnîşan kir ku bi dagirkirina dewleta Tirk ji van herêman re, êdî li van herêman tevlihevî û ne-aramî serwer bûne û ti cudahiya xwe ji herêmên din ên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de nemaye.

QSD’ê êrîşên xwekuj ên li dijî sivîlan bi tundî şermezar kir û got:

Artêşa Tirk ji van êrişên ku sivîlan dikin hedef berpirsyar e.

Armanc jê afirandina tirsê ye, koçberkirina şêniyan û guhertina demografiya herêmê ye.

Leave a Reply

Back to top button