Şandeya Enternasyonalîst serdana nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Silêmaniyê kir

Şandeya aştiyê ya enternasyonalîstan, berî çend rojan ji bo piştgiriya Rojava li dijî êrişan xwestin ji başûr derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe, lê PDK’ê rê neda. Şandeyê îro serdana nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriye ya li Silêmaniyê kir.

Di 6’ê Hezîranê de ji bo li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê destekê bidin, şande derbasî Başûr bû..

Şandeyê îro serdana Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Başûrê Kurdistanê kir.

Nûnera Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd pêşwaziya şandeyê kir..

Şandeyê di serdanê de astengiyên li pêşiya wan û xebatên ku ji bo gelên herêmê li welatên xwe dimeşînin anîn ziman..

Back to top button