Wezîrê Parastinê yê Dewleta Tirk Yaşar Gûler diyar kir dê hevkariyên wan bihêztir bibe û got:
Teqez wê serdana Barzanî encamên erênî bixwere bîne.”
Duh hemwextê teror û komkujiya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîgirê Serokê PDK’ê Mesrûr Barzanî bi tena xwe serdana Enqereyê kir.
Barzanî bi Serokkomarê Tirk Erdogan û serokê berê yê MİT’ê Hakan Fîdan ku nû bûye Wezîrê Karên Derve yê Dewleta Tirk re civiya.
Hatibû gotin, armanca serdana Barzanî nelihevkirina Enqere-Bexda ya li ser hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê û mijarên ‘Ewlekarî’ bûye.
Lê têkildarî naveroka herdu dosyayan ti zanyariyek zelal ne hate eşkerekirin.
“Di navenda hevdîtinê de dijbertiya Tevgera Azadiyê hebûye”
Li gorî çapemeniya herêmî û cîhanî jî di navenda hevdîtina Barzanî de dijbertiya deskeftiyên Kurd û Tevgera Azadiyê hebûye.
Lê dosyaya nefta Herêma Kurdistanê jî weke mijarek din a girîng hatiye gotûbêjkirin.
Rojek piştî serdana Barzanî, Wezîrê Parastinê yê dewleta Tirk Yaşar Gûler bersiva pirsên rojnamevanan yên derbarê rojevê de da.
Wezîrê Parastinê yê Tirk: Serdana Barzanî dê encamên erênî bixwere bîne
Gûler têkildarî serdana Barzanî û bandora wê li ser êrîşên dijî Kurdan û bi taybet jî Tevgera Azadiya Kurdistanê jî axivî.
Gûler diyar kir ku dê encamên ‘erênî’ yên serdana Barzanî çêbibe û got:
“Emê hevkariyên xwe zêdetir bikin. Wê teqez bandora wê hebe.
Di dawiyê de dê encamên erênî yên serdana Barzanî hebe.”
Gûler her wiha peyama dewamkirina êrîşên qirkirina Kurdan jî da û îşaret bi gûrbûna şerê dijî Kurd kir.