HPG’ê 3 gerîlayên ku di sala 2022an de şehîd bûn bî bîr anî

HPG’ê 3 gerîlayên şehîd ku di sala 2022’an de şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr anî û got:
“Berxwedana destanî ya hevrêyên me yên fedaî ji bo hevrêyên xwe bûye çavkaniya sûdwergirtinê.”
HPG’ê sersaxî da malbata her 3 gerîlayên şehîd û destnîşan kir ku pêwîste em xwedî li têkoşîna wan derkevin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şehadeta 3 gerîlayan daxuyaniyek da.

HPG diyar kir Arteşa Tirk a dagirker ji 25’ê Gulana 2022’an û pê ve li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl êrîşên dijwar dike û wiha got:

”Li dijî van êrîşên dijmin, hevrêyên me Aryena, Canfeda û Pale ku di nava tîmên bi tevger ên li qada Girê Cûdî cih digirtin, bi rojan bi rengekî fedaî şer kirin û nehiştin ku dijmin li qadê bi cih bibe.

Hevrêyên me bi berxwedana xwe ya bêhempa derbên giran li dijmin xistin, di heman demê de xeta têkoşînê ya li dijî dijmin zelal kirin.

HPG destnîşan kir ku bErxwedana destanî ya van hevrêyên wan ji bo hevrêyên xwe bû çavkaniya sûdwergirtinê û got:

Di serî de qada Cûdî li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl derseke dîrokî da dijmin.

Hevrêyên me Aryena, Canfeda û Pale bi biryardariya xwe ya li ser têkoşîn û berxwedanê bûn pêşengên şerê li dijî dagirkeran.”

Di dawîya daxuyaniya xwe de HPG’ê sersaxî da malbata her 3 gerîlayên şehîd û ev tişt got;

Di serî de malbatên hêja yên ku hevrêyên me yên fedaî Aryena, Canfeda û Pale tevlî têkoşîna me ya azadiyê kirin û tevahiya gelê me, ji ber ku lehengên bi vî rengî ji nava xwe afirand, divê bi wan serbilind bin, xwedî li têkoşîna wan derkevin û hîn mezintir bikin.

Agahiyên li ser nasnameya gerîlayên şehîd wiha ne;

Nasnav: Aryena Welat
Nav paşnav: Dîlan Dûrmûş
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Dayik: Pakîze
Bav: Bahattîn
Dem û cihê şehadetê: 2022 / Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl

Nasnav: Canfeda Sîpan
Nav paşnav: Serhat Ogmen
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Dayik: Melek
Bav: Nîhat
Dem û cihê şehadetê: 2022 / Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl

Nasnav: Pale Kobanê
Nav paşnav: Ahmed Îbrahîm
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Dayik: Naîle
Bav: Îbrahîm
Dem û cihê şehadetê: 2022 / Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl

Back to top button