Berger: 500 Koçber mirin, lê em zêdetir qala Tîtanîk dikin

Sekreterê Giştî yê Konfederasyona Karên Demokratîk a Fransayê Berger got:
“Newekheviya rojeva medyayê, mirovan matmayî dike.”

Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Konfederasyona Karkerên Demokratîk a Fransayê Laurent Berger, neyekbûna helwesta çapemeniyê li hember bûyerên ku diqewime rexne kir.

Berger diyar kir ew ji ber newekheviya rojeva medyayê ya der barê keştiya Tîtanîk û felaketa keştiyê ya ku herî kêm 82 kesan li Deryaya Spî tê de jiyana xwe ji dest dan, matmayî maye.

Berger ji bo vê rewşê ji kanala France 2 re axivî û wiha got:

“Em bi berdewamî behsa keştiya binavûdeng Tîtanîk a windabûyî dikin.

Lê hefteya borî li Derya Spî 500 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.”

Di karesata keştiyê ya ku li peravên Pylosa Yewnanîstanê pêk hat de bi dehan koçberan jiyana xwe ji dest dabûn.

Keştiya ku tê texmînkirin zêdeyî 700 koçber tê de bûn binav bû û herî kêm cinazeyê 82 kesan hat dîtin.

Lêgerîna cenazeyên windayan dewam dik.

Demek piştî wê jî li Oqyanûsa Atlantîkê, keştiya binê Tîtan a ku li ser keştiya Tîtanîk lê kolîn dikir bi pênc rêwiyên xwe re winda bû.

Ji bo rizgarkirina 5 kesan xebat berdewam dikin.

Herî dawî hat ragihandin ku balafireke çavdêriya leşkerî ya Kanadayê dengên ji kûrahiya okyanûsê tespît kirine.

Berger: Mirina penaberan bi qasî mijara Tîtanîk ne di rojevê de ye

Rexneya Berger, li ser vê mijarê ew e ku ev her du bûyer di medyayê de bi awayekî yekpar nayên dest girtin.

Bi qandî ku mijara lêkolînerên keştiya tîtanîk di rojevê de ye, mirina ewqas penaber ne di rojevê de ye.

Di dema lêgerîna bermahiyên Titanik de 5 kes winda bûn

Back to top button