Li Pakistanê hilbijartina giştî wê 8’ê sibatê pêk bê

2023 ji bo Pakistanê salek bi aloz bû.
Girtina serokwezîr ji kar, xwepêşandan û herî dawî betalkirina parlamentoyê.
Di nava vê rewşa heyî de, Komîsyona Hilbijartinê ya Pakistanê ragihand ku wê 8’ê Sibatê hilbijartina giştî li welat pêk were.

Pakistan piştî aloziyên siyasî û aborî, ber bi hilbijartina giştî ve diçe.

Komîsyona Hilbijartinê ya Pakistanê (ECP) bi daxuyaniyekê ragihand ku 8’ê Sibatê wê li welat hilbijartinên giştî pêk were.

Komisyonê di daxuyaniya xwe ya piştî hevdîtina bi Serokomar Arif Alvî re wiha got:

“Bi yekdengî biryar hat dayîn ku hilbijartin 8’ê Sibatê roja Pêncşemê were kirin.

Li gorî destûra bingehîn, li welatê 241 milyon nifûsa xwe heyî di nava pêvajoyeke aloz a siyasî û aborî de derbas dibe.

Piştî ku parlemento 9’ê Tebaxê hat betalkirin, divê di nava 90 rojan de hilbijartin bihata kirin.

Komîsyona Hilbijartinan ji nûve diyarkirina navçeyên hilbijartinê di çarçoveya serjimêriya nû de weke sedema paşxistina biryarê nîşan da.

Di daxuyaniya berê ya komîsyonê de hatibû destnîşankirin ku wê hilbijartin di meha Çileyê de bên kirin.

Ji dema ku Imran Xan Nîsana 2022’an bi dengdana bêbaweriyê ji posta serokwezîrtiyê hate girtin, hewaya siyasî li Pakistanê tevlihev bû.

Lijneya Hilbijartinê bi hinceta diyariyên ku di dema serokwezîrtiyê de standine eşkere nekir, qedexeya siyasî ji bo Xan ragihand.

Îmran Xan ku hîna jî ji ber sûcên curbecur di girtîgehê de ye, lîderê siyasî yê herî binavûdeng (populer) ê welêt e.

Heya niha ti hikumeteke ku li welatê Başûrê Asyayê hatiye ser desthilatê, nekariye dema xwe ya 5 salan temam bike.

Welat niha ji aliyê hikûmeta demkî ve tê birêvebirin û tê payîn ku hilbijartinên giştî di bin serokatiya Serokwezîr Enwerulhak Kakar de bên kirin.

Pakistan 76 salin serxwebûna xwe ragihandiye.

Lê di nava vê dema dîroka xwe ya demokrasiyê de, li welat artêşê bêtirî 30 sal bi derbeyên cûrbecûr destwerdana siyasetê kir û hikumetên sivîl da guhertin.

Artêş bandoreke xwe ya xurt li ser rêvebirina sivîl dike.

Taybet di damezirandin û hilweşandina hikumetê de.

Back to top button