Amerîka banga agirbesta li Sûdanê kir

Li Sûdanê hêrsa deshilatdariyê welat perîşan kiriye.
Li aliyekê Artêşa Sûdan û li aliyê din jî Hêzên Piştevaniya Bilez.
Di nava vê rewşa heyî de, Amerîka careke din banga dawî anîna şerê li herêmê li alyan kir.

Hêrsa deshilatdariyê çavê artêşa Sûdan û Hêzên Piştevaniya Bilez (RSF) tarî kiriye.

Ji Nîsanê ve şereke dijwar navbera aliyan de pêk tê.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka DYA careke din banga rawestandina şerê li welat kir.

Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê li ser mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de, îşaret bi amadekariyên Hêzên Piştevaniya Bilez ya ji bo êrişeke li ser El Feşîr ya Darfurê hate kirin û wiha hat gotin:

Êrişa li ser El Feşîr ku gelek koçber jî lê heye, metirsiyeke mezin bide avakirin.

Agahiyên pêbawer hene ku artêş û Hêzên Piştevaniya Bilez tevdîrên pêwist ji bo sivîlan negirtihe.

Di daxuyaniyê de bang li aliyan hat kirin ku demildest şer rawestînin û erkên xwe yên li gorî qanûnên mirovî yên navneteweyî bi cih bînin.

Di daxuyaniyê de binpêkirinên mafên mirovan ên ji aliyê Hêzn Piştevaniya Bilez ve li Nyala hate şermezarkirin.

Nyala duyemîn bajarê herî mezin yê welat e.

Di daxuyaniyê de îşaret bi wê yekê hate kirin ku divê ji nûve destpêkirina hevdîtinên Cîddeyê weke firsendekê bê dîtin.

Hêzên Piştevaniya Bilez îdia kir ku Nyala ya li rojavayê welat kontrol kiriye.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûdanê, şerê ji 15’ê Nîsanê destpê kirin û heta niha bûye sedema mirina bêtirî 10 hezar kesî.

Her wiha 25 mîlyon Sûdanî hewcedarê alîkariyên mirovî bûn û 5,4 mîlyon mirov neçar man malên xwe biterikînin.

Şerê li Sûdanê: Di êrişa li Xertûmê de herî kêm 43 kes mirin

Back to top button