Li Sûdanê piraniya wan jin û zarok 39 kes hatin kuştin

Li bajarê Nyala ya eyaleta Darfûr a Başûr a Sûdanê, ji ber şerê li herêmê herî kêm 39 kes hatin kuştin.
Piraniya kesên hatine kuştin jin û zarok in.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyekî tenduristiyê û şahidan dan ajansa AFP’ê, di şerê navbera artêşê û hêzên çekdar de, roket li malan ketin.

Hate ragihandin ku herî kêm 39 kesan jiyana xwe ji dest dane ku piraniya wan jin û zarok bûn.

El Bûrhan li Misirê ye

Hemwextî rewşa şerê dijwar yê li welat Fermandarê artêşa Sûdanê General Ebdulfettah El Bûrhan berê xwe da Misirê.

Burhan wê bi Serokomarê Misirê Ebdulfetteh es Sîsî re bicive.

Ji 15’ê Nîsanê û vir ve di navbera artêşa General Ebdulfetteh El Bûrhan û Hêza Piştevaniya Bilez a General Mûhamed Hamdan Daglo de şerekî giran li Sûdanê diqewime.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî li paytexta Darfûr a Başûr Nyalayê 50 hezar kes neçar hatin hiştin ku cih û warê xwe biterikînin.

Rêxistina civakî ya sivîl ACLED jî diyar kir ku heta niha di şer de nêzî 5 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane.

Back to top button