Mezlûm Ebdî: Me hemû bendên lihevkirinê erê kir

26’ê Hezîrana 2013’an, li bajarê Amûdê di encama fitneyekê de, bûyereke nexweş di navbera Kurdan de, qewimî.

Ji bo lihevkirina di navbera malbatên Şehîdan û YPG’ê de pêk were, Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî, bi komîteya erkdar a ji bo lihevkirinê re, civiya.

Mezlûm Ebdî diyar kir ku wan hemû bendên ku komîteyê ji bo pêkanîna lihevkirinê pêşkêş kiriye, erê kir.

 

26’ê Hezîrana 2013’an, li navçeya Amûdê di encama fitneyekê de, bûyereke nexweş di navbera Kurdan de, qewimî.

Di wê buyerê de çend kesan jiyana xwe ji dest dan.

Ji bo di navbera YPG’ê û malbatên wan kesên ku jiyana xwe dabûn lihevkirin pêk were komîteyek hat avakirin.

Îro Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî, bi komîteya erkdar a ji bo lihevkirinê re, civiya.

Di civînê de Fermandara YPJ’ê Newroz Ehmed û Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd jî amade bûn.

Komîteyê bendên ji bo li hevkirinê pêşkêş kir.

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî anî ziman ku ji bo çareserkirinê ew amade ne her tiştî bikin.

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd jî di civînê de axivî û diyar kir ku bûyera sala 2013’an li Amûdê pêk hat rê li ber ziyanê vekir.

Nûrî Mehmûd anî ziman ku ew berpirsyariya vê bûyera xemgîn radikin û ew ji bo lihevkirinê amade ne her tiştî bikin.

Mezlûm Ebdî derbarê civînê de, li ser hesabê xwe yê twîtterê wiha got:

“Me hemû bendên ku komîteyê ji bo pêkanîna lihevkirinê pêşkêş kiriye, erê kir da ku di navbera welatiyan de hezkirin belav bibe.”

Ebdî destnîşan kir ku bi vê gavê ew hewl didin hemû dozan çareser bikin da ku hemû astengiyên li pêşiya yekîtiya Kurdan bên rakirin..

 

Back to top button