KCK: Heta gelê Kurdistanê azad nebe, wê gerîla li ber xwe bide!

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê gerîla û fermandarên ku li Heftanînê li ber xwe didin pîroz kir û diyar kir, “Gerîla çawa ku 36 sal in li ber xwe dide, ji bo azadiya gelê Kurdistanê û parastina hebûna neteweyî ya Kurdan wê heta dawiyê li ber xwe bide.”

KCK’ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku armanc ji van êrişên dewleta Tirk a dagirker ew e ku hem derbê li gerîla bixin, hem jî dagirkeriya xwe ya li Başûrê Kurdistanê berfireh bikin û got,
“Dewleta Tirk PKK û gerîla li pêşiya vê armanca xwe asteng dibînin, lewma bi van êrişan dixwazin ku wan ji holê rakin.”

KCK’ê destnîşan kir ku Tevgera Azadiyê ya Kurd û gerîla dizanin ku armanca dewleta Tirk tunekirina Kurdayetiyê ye, lewma li dijî van êrişan Çawa gerîla 36 sal in li ber xwe didin, heta ku gelê Kurdistanê azad bibe û hebûna neteweyî ya Kurdan misoger bibe wê dîsa li ber xwe bide.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de gerîla û fermandar pîroz kirin ku îrade, biryardarî û israra gelê Kurd a ji bo azadiyê di berxwedana Heftanînê de careke din nîşan dan û ragihand ku Gerîla rûmet, paşeroja gelê Kurd û sembola fedayîtiya Kurdan e.

Back to top button