Li dijî Hizbullaha Iraqî operasyon hat destpêkirin

Di saetên sibehê de Hêzên Taybet ên Asayîşa Iraqê li başûrê Bexdayê, li dijî Hizbullaha Iraqê operasyon da destpêkirin. Hat gotin ku nêzî 20 kes hatine girtin.

Hêzên Taybet ên Asayîşa Iraqê, di saetên sibehê de li başûrê Bexdayê, li dijî baregeheke Ketayib Hizbullah, operasyon da destpêkirin.

Li gorî ajansa Reutersê di serdegirtinê de, 23 kes hatine girtin.

Berpirsekî Heşda Şebî jî diyar kir ku jimara kesên hatine girtin 19 ye.

Rayedarên hikûmetê ragihand ku di nava kesên hatine girtin de, sê fermandarên leşkerî hene, ku yek ji wan Îranî ye.

Lê berpirsên Heşda Şebî, ev yek red kirin.

Berya niha Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî hişyarî dabû, ku wê lêpirsînê li gel komên çekdar ên ku baregehên hêzên biyanî, bi taybet Emerîka yên li Iraqê armanc dikin, bikin.

Ev pêngava Iraqê ya dijî Hizbullahê ku ser bi Îranê ve ye piştî gotina Kazimî hat.

Îro jî berdevkê Hizbullahê ya Iraqî Ebû Elî El-Eskerî gef li Kazimî xwar û ew bi “xayîn û sîxurê Amerîkayê” bi nav kir.

Back to top button