Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî bajarê Silêmaniyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
KCK’ê diyar kir, dewleta Tirk hewl dide YNK’ê û Tevgera Azadiyê li ber hev rake û destnîşan kir, “Zext û êrişên dewleta Tirk wê nikaribe YNK’ê û Tevgera Azadiyê li ber hev rake û got, “Gelê Başûrê Kurdistanê wê vê lîstikê pûç bike.”
KCK’ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku “Dewleta Tirk a ku li dijî gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê polîtîkaya qirkirinê dimeşîne, timî êrişê dibe ser Rojava, Başûrê Kurdistanê, Şengal û Mexmûrê, û bi heman rengî êrîşan dibe ser bajarê Silêmaniyeyê.
KCK’ê got:
Em zanin ku dewleta Tirk bi zexta li partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê wê polîtîkayê dimeşîne ku wan li hemberî PKK’ê rakin û bidin şerkirin. Vê zextê bi taybetî li PDK û YNK’ê dike. Hedefkirina Silêmaniyeyê nîşan dide ku armancên xwe yên li ser YNK’ê li gorî dilê xwe nikare pêk bîne.
KCK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de got:
PKK û YNK dibe ku rexneyan li hev bikin. Lê belê gelê Silêmaniyeyê ku xwedî hestên yekîtiya neteweyî û welatparêziyê ye ji bo me gelekî hêja ye. Dewleta Tirk wê nikaribe YNK’ê û PKK’ê li ber hev rake.