Şehîdên komkujiya pirsûsê li du bajarên Almanyayê bi çalakiyan hatin bibîranîn.
Girseya gel li ber stasyona trenê ya navendî ya Dûîsbûrgê li hev civiyan û meşek lidarxistin.
Di çalakiyê de gelek axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de hat diyarkirin ku yê komkujî pê anî xwestin pira di navbera gelan de xera bikin..
Lê em ê ji her demê bêhtir xwedî hêviyên azadiya gelan derkevin.
Her wiha bajarê Ûlmê ya girêdayî Almanyayê jî bi mîtingeke şehîdên pirsûsê bibîranîn.
Di mîtîngê de pankarta bi nivîsa “Edalet ji bo Pirsûsê, edalet ji bo her kesî” hat vekirin.
Di çalakiyê de bi zimanê Almanî û Tirkî axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de peyama berdewamkirina têkoşînê hat dayîn .



