Li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê bi boneya salvegera 11’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê şahiyek hat lidarxistin.
Şahî bi pêşengiya Tora Piştgiriya Kurdistanê û NCDK’ê ve hat lidarxistin.
Kurdistanî û dostên Kurdan ên Fînî tev li şahiyê bûn.
Qada şahiyê bi alên Rêber Abdullah Ocalan hat xemilandin.
Di şahiyê de axaftin hatin kirin û bal kişandin li ser Şoreşa Rojava.
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim jî bi dîmen tev li şahiyê bû.
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.