
Li taxa Zorava ya paytexta Sûriyê Şamê şehîdên komkujiya Hilêliyê bi merasîmekê hatin bibîranîn.
Saziya Malbatên Şehîdan a Taxa Zorava ya Şamê ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Hilêliyê merasîmek li hola civînan li dar xist.
Di merasîmê de endamê rêveber ê Saziyê Mistefa Nasan axivî û sersaxî ji gelê Kurd û malbata şehîd Yûsif Gulo re xwest û got:
“Dijminê me hov e, bi rêbazên xwe yên çewisandin û hovane hewl dide gelê Kurd qir bike.”
Mistefa Nasan anî ziman ku dewleta Tirk li pêş çavên cîhanê êrişî herêmê dike, sivîla dikuje û cîhan jî bêdeng e.
Di dawiyê Mistefa Nasan soza şopandina rêya şehîdan û têkoşînê da.
Merasîm bi sloganên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.