Bedran Çiya Kurd: Dewleta Tirk dixwaze destkeftiyên Rêveberiya Xweser têk bibe

Cîgirê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên xwe dixwaze destkeftiyên Rêveberiya Xweser têk bibe û piştrast kir ku ji bo her êrişekê li dijî gel, QSD di amadebaşiyê de ye.

Cîgirê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Bedran Çiya Kurd beşdarî bernameyeke Radyoya Rojava bû û rewşa dawî nirxand.

Bedran Çiya Kurd diyar kir ku armanca dewleta Tirk a qirker ji gef û êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî têkbirina destkeftiyên Rêveberiya Xweser e.

Bedran Çiya Kurd: Dewleta Tirk li herêmê sivîlan dike hedef

Bedran Çiya Kurd anî ziman ku dewleta Tirk ti carî li gorî peymana agirbestê ya 2019’an tev negeriyaye û rojane bi balafirên bê mirov sivîlên li herûmê dike armanc.

Cîgirê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser ji hêzên garantor ên li herêmê xwest ku bi erkên xwe rabin û rê li ber êrişên dewleta Tirk a qirker bigirin.

Bedran Çiya Kurd: Eger êriş pêk bê wê DAIŞ’ê zindî bibe

Bedran Çiya Kurd destnîşan kir ku eger dewleta Tirk êrişekê li dijî herêmê pêk bîne wê bibe sedema kurkirina aloziya li Sûrî ji zindîbûna DAIŞ’ê li herêmê.

Bedran Çiya Kurd: Ji bo her êrişekê QSD’ê amade ye

Di dawiyê de Bedran Çiya Kurd teqez kir ku QSD’ê amade ye bersiva her êrişekê bide û banga bilindkirina asta tekoşînê li dijî êrişan li gel kir.

Back to top button